Ürün Özellikleri
Stok Kodu
9786057478290 Boyut
130-195- Sayfa Sayısı
96 Basım Yeri
Ankara Basım Tarihi
2021-11-16
Kapak Türü
Karton
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Dili
Kürtçe
Heger şanzdeh gule bin, wê çaxê ew bedena ku li wir ax ramûsaye, Şîlan e. Ya şanzdehsalî di nav
me de ew bû wê çaxê. Ew kulîlk û gihayê ku di wêneyî de xuya dikir jî li ser xwîna wê şîn hatine
nexwe. Serbilindiya wê kulîlkê jî ev texmîna min piştrast dikir. Te digo qey hîna jî ji xwediyê wan
malberikan re meydan dixwend! Te digo qey sekna Şîlanê berdewam dike. Te digo ew bi xwe ye.
Belkî di nav pelên wê de rûyê Şîlanê veşartî bû. Min bikarîbûya ew çend pel ji ser bidana alî,
misoger dê rûyê wê yî şêrîn xuya bikira. Silûeta wê hat ber çavên min, tîrên êşeke nû xwe bera
nava min dan, qolinc bi hinavên min ketin çawa ku duh bûbe ew bûyer, ew şer, ew kuştin!
Qelafetê wê yî hûrik î ku di şal û şapikê de wenda dibû, sekna wê yî bêtirs û bi heybet, keleşa wê
yî Kûbî ya ku kêlîkekê ji dest xwe bernedida û çenteyê li pişta wê. Meşa wê yî hêdî, kenê ser
lêvan û biskên ku li ber ba diçûn. Dengê gummîna ku ji nişkê ve erd hejand û sekna wê yî di cihê
xwe de. Cemidîna kenê ser lêvên wê, vezilana wê yî li erdê, destavêtina axê û ew awirên wê yî
dawî yê ku êşa wan hîn jî berdewam e di nava min de...
Yorum yaz