Ürün Özellikleri
Stok Kodu
9786058487796 Boyut
135-195- Sayfa Sayısı
118 Basım Tarihi
2023-08-01
Çeviren
Hüseyin Kartal
Kapak Türü
Karton
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Dili
Türkçe
Siddhartha wekî berhema sereke ya nivîskarê xwedîyê Xelata Nobelê Hermann Hesse tê hesibandin. Siddhartha cara yekem 1922an de derket, û heta niha bo 54 zimanan hatîye wergerandin. Siddhartha ji bo xwendevanan bangewazîya avakirina jiyaneka nû dike. Hesse di Siddharthayê de bi vegêraneke mîstîk û bi şêwazeka helbestî salên ewil ên jiyana Buddha vedibêje. Siddhartha dixwaze bigihîje agahîya rastin û bibe Buddha. Ji ber vê ji malbata xwe ya esilzade vediqete tevlî çîlekêşan (samanan, parsekan) dibe. Gelo ev lêgerîna wî dê bigihîje kîjan encamê? Hesse bersiva vê pirsê dide: ‘‘Mirov dikare agahîyê derbasî kesekî/ê bike, lê aqilmendîyê na. Aqilmendî dikare bê kifşkirin, dikare bê jiyîn, dikare mirovan payebilind bike, mucîzeyan derxîne holê lê nikare bê vegotin û fêrkirin.” Ev pirtûka hêja ya Hermann Hesse ya bi efsûnan xemilandî, cara pêşî ye ji alîyê Weşanxaneya Rûpelê ve, bi wergera Huseyîn Kartal, bı kurdî derketîye û cihê xwe di nava pirtûkxaneya kurdî de girtîye.
Yorum yaz