Ürün Özellikleri
Stok Kodu
9786058497772 Boyut
135-195- Sayfa Sayısı
364 Basım Tarihi
2023-08-01
Kapak Türü
Karton
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Dili
Türkçe
Lêkolîner û pispor û hostayê zargotina kurdî Hecîyê Cindî ji malbateke êzidîyên Qersê ye. Ew di 1908an de li gundê Emançayira ser bi qeza Dîgora Qersê ji dayik bûye. Ew hem li Erîwanê û hem jî li tevahîya Sovyetê di warê zargotina kurdan de gelek çalak û aktîf e. Di vî warî de nêzîkî sed berhemên wî hene.
“Hikyatêd Cimaeta Kurda” ji wan berheman e ku salên sîyî hatine berhevkirin û ji sala 1961an heta 90î peyderpey li dû hev wek 6 berg bi tîpên kirîlî li Erîwanê hatine çapkirin.
Weşanxaneya Rûpelê her mîna çapa orîjînal a kirîlî, ev berhema giranbiha ya Hecîyê Cindî li ser şeş bergan çap kir. Her şeş berg li ser hev nêzîkî 1800 rûpel in. Di her şeş bergan de nêzîkî 240 çîrok û serpêhatî hene, wek: Mîrze Meheme, Keçelok, Gulbarî, Dawid Pêxember, Silqo, Silêman Pêxember, Şemo, Keçika Famdar, Çîroka Teyrê Sîmir, Çilkezî û gelekên din.
Ev çîrok û hikayetên ku Hecîyê Cindî teqrîben 70-80 sal berê ji nav xelkê berhev kirine, li gel xweşîya çîrokan, her weha fikr û ramana civata kurdan a wê demê jî derdixe holê û rewşa kurdî ya wê demê jî radixe ber çavan.
Yorum yaz